Piştî 2 salan hîn jî mexdûrên erdhejê li benda wergirtina xaniyan in

Navenda Nûçeyan (K24) – Êşa erdhejên 6'ê Sibatê ku li gor agahîyên fermî, 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, hê jî weke roja ewil guncev e. Malbatên ku xizmên xwe ji dest dane li benda edaletê ne û malên wan ên erdhejê bên teslîmkirin.

Di ser du erdhejên bi lerza 7,7 û 7,6an ên di 6ê Sibata 2023an da ku navenda wê Mereşê pêk hat, 2 sal derbas bûn jî, êş wek roja ewil gunceve. Her du erdhejên ku navenda wan Pazarcik û Elbistana Mereşê bûn, wek parêzgehên herêma erdhejê Mereş, Semsur, Dîlok, Diyarbekir, Meletî, Hatay, Osmaniye, Edene, Riha, Kilîs û Elezîzê wek parêzgehên herêma erdhejê hatin ragihandin. Li wan bajaran bi hezaran avahî hilweşîyan û zirar dîtibûn.

Di erdheja 6'ê Sibata 2023'an de ku yek ji erdhejên herî wêranker ên dîroka Tirkiyeyê ye, li 11 bajaran li gor agahîyen fermî  giştî 53 hezar û 537 kesan jiyana xwe ji dest dan. Di erdhejên ku tê de 107 hezar û 213 kes birîndar bûn, 198 hezar avahî xisareke hindik û sivik dîtin.

Li gorî rapora ku ji aliyê Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guhertina Avhewayê ve hatiye amadekirin, li 11 parêzgehan ji 717 hezar û 614 avahiyan 90 hezar û 609 avahî bi lez û bez bên hilweşandin, zirareke mezin dîtin û hilweşiyan. Di vê rewşê de hejmara şêniyên di avahiyan de 269 hezar û 51 e. Derbarê 231 hezar û 878 beşên serbixwe yên li 77 hezar û 754 avahiyan li 11 parêzgehan de ti biryar nehat dayîn. Hejmara avahiyên ku xera nebûne 351 hezar û 426, hejmara beşên serbixwe jî bû milyonek û 260 hezar û 659. 197 hezar û 825 avahî bi xisareke hindik an jî navîn hatine tomarkirin. Bi giştî hejmara avahiyên hilweşiyane bû 18 hezar û 200. Hejmara kargehên ku pêwîstiya wan bi lez û bez hilweşandinê heye, zirareke mezin dîtine yan jî wêran bûne 61 hezar û 890 e, hejmara stanên ku di rewşeke wiha de ne jî 3 hezar û 809 e.

Piştî erdhejê careke din derket holê ku Tirkiye welatekî erdhejzede ye. Êşa kesên ku di ser erdhejê re 2 sal derbas bûn hêj gunceve. Li gorî daneyên Wezaretê, di dema ku hîna jî gelek kes neçar in ku li bajarên konteyniran ji bo jiyanê têbikoşin; 155 hezar û 112 xanî radestî xwediyên wan hatin kirin. Wezaret armanc dike ku heta dawiya sala 2025an 416,960 xanî û 36,023 yekîneyên bazirganî bi tevahî 452,983 xanî û cîhên kar temam bike.

Heta niha 75 dozên têkildarî erdhejê hatine vekirin û 130 kes jî bi cezayên cuda cuda hatine sizakirin. Di hezar û 271 dozên berdewam de hezar û 327 bersûc hene, ji wan tenê 134 kes di girtîgehan dene u tên darizandin.