HSD: 5 leşkerên Tirk li Pira Qereqozaqê birîndar bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, 5 leşkerên artêşa Tirkiyeyê di êrîşên wan de birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 9ê Sibatê di daxuyaniyekê de ragihand, firokeyên şer ên artêşa Tirkiyeyê îro Şemiyê derdora Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di heman demê de herêm bi çekên giran hat topbarankirin.
Da zanîn jî, şervanên wan li eniya Pira Qereqozaqê 3 çalakî li dijî baregeha artêşa Tirkiyeyê kirin û di encamê de 5 leşkerên artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.
Amaje bi wê jî kir, firokeyên şer ên Tirkiyeyê gundên Tîna, Xeseq û Melhayê bombebaran kirin. Di encamê de, zerar li mal û milkên sivîlan bûn.
Herwiha artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdaran gundên Tîna, Cade, Bîr Hiso, Xeseq, Dîkan, Melha, girên Sêvê û Qereqozqê yên li başûrê Kobanê bi obîsên giran, mûşek û tankan topbaran kirin.