Komeke nû ya penaberên Iraqî ji kampa Holê derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya kampa Holê komeke nû ya welatiyên Iraqê ku ji 155 malbatan pêk tê, ber bi welatê wan ve birê kirin

Li gorî medyaya ser bi Rêveberiya Xweser ve, îro 9ê Sibatê komek nû ya penaberên Iraqî yên li kampa Holê diman, ber bi Iraqê ve hatin birêkirin.

Da zanîn jî, ev yek di çarçoveya karê hevbeş ê di navbera Rêveberiya Xweser û Komîteya Koç û Koçberan a Parlamentoya Iraqê de tê.

Ev koma çaremîn e ku ji destpêka îsal ve ji kampê tê derxstin, ku ji 594 kesan pêk tê.

Ji sala 2022an heta niha, ev karwana 21emîn a welatiyên Iraqê ne ku ji Kampa Holê tên derxistin û ji bo welatê wan tên şandin.

Kampa Holê dikeve başûrê bajarokê Holê yê li parêzgeha Hesekê, dora 50 hezar kes ji zêdetir ji 60 welatan li dimînin, beşek ji wan jî jin û zarokên DAIŞê ne.