Mesrûr Barzanî: Herêma Kurdistanê rêzê li peywendiyên xwe yên bi Amerîka û Îranê re digire

“Divê Şam danûstandinan bi tevaya Kurdan re bike, ne tenê bi HSDê re.”

Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez dike ku Israîlê çi hebûnek li Herêma Kurdistanê nîne. Herwesa dibêje, “Arêşeyên aborî yên Herêma Kurdistanê û Îraqê hatine siyasîkirin.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (În, 14.02.2025) di çavpêkeftineke taybet de ji kanala asmanî ya El-Erebiye re got, “Em piştgiriya tevlîbûna Kurdên Sûriyeyê di piroseya nû ya siyasî li Sûriyeyê de dikin.” Amaje jî da, “Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nûnerîtiya tevaya Kurdên Sûriyeyê nakin.”

Mesrûr Barzanî ew nûçe û gotgotkên behsa hebûna bingeh û cihên Israîlê li Herêma Kurdistanê dikin jî red kirin û got, “Arêşeyên aborî yên Herêma Kurdistanê û ÎRaqê hatine siyasîkirin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Peywendiyeke baş di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîkayê de heye, xasma jî ku Amerîka piştgireke bihêz a Îraq û Herêma Kurdistanê jî bû û xasma jî di rûbirûbûna DAIŞ û terorê bi giştî de.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ron jî kir, “Amerîkayê ji sala 2003ê ve gelek alîkarî pêşkêşî Îraqê kirine, herwesa Herêma Kurdistanê jî bi hemî dezgehên bibandor ên Amerîkayê re peywendiyên  xwe pêş xistine û spasiya alîkariyên wê dike û giring dihesibîne.”

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwesa ragehand, “Herêma Kurdistanê di şerê li dijî DAIŞê de bi Amerîkayê re rawestiya û şerê terorê kir, herwesa Amerîkayê rol di pêşxistina Herêma Kurdistanê de jî hebû.”

Mesrûr Barzanî di derheqa mana hêzên Amerîkayê û Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê piştî vekêşana wan ji Îraqê ku biryare li dawiya sala bê çê bibe de jî got: “Vê biryarê peywendî bi Amerîkayîyan re heye ka gelo hêzên xwe li Herêma Kurdistanê dihêlin û çawa dihêlin.”

Navbirî bal kêşa ser wê yekê jî ku bi Hikûmeta Federalî re di peywendiyeke berdewam de ye û li ser hêzên Hevpeymanan li Îraqê danûstandin kirine û heta tevlî danûstandinan jî bûye û Herêma Kurdistanê nûnerê xwe jî hebû û heza xwe ji bo mêvandariya hêzên Hevpeymanan diyar kiriye, ji ber ku Herêma Kurdistanê hest bi mestirsî û alingariyên ewlehiyê yên deverê kiriye ku rûbirûyî tevan dibin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di derheqa rawestandina hevsengiyê di peywendiyên Herêma Kurdistanê li gel Amerîka û Îranê re got, “Herêma Kurdistanê bi xwe biryarê li ser çarenivîsa xwe dide û li ser biryaran werdigire. Herêma Kurdistanê wekîla çi aliyan nîne, Peywendiyeke baş bi Amerîkayê re heye , di eynî demê de bi şanazî ve peywendiyeke baş bi Îranê re jî heye, ku sinorekî berfireh bi hev re heye. Hin caran guhertin di ser van peywendiyan de hatine, ku mixabin ji ber nezelaliya hevfêmkirinê ew peywendî têk çûne, lê me ev qonax biriye û baweriya me wesa ye ku hez û niyetên baş têkçûna peywendiyan çare dikin.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez jî kir, “Peywendiyên Herêma Kurdistanê bi Amerîka û Îranê re li ser hisaba qurbanîdana çi welatekî nîne, belkî Herêma Kurdistanê rêzê li peywendiyên xwe yên bi her du welatan re digire. Ew peywendî li ser rêzgirtinê çê bûne, ew rêzê li Herêma Kurdistanê digirin û Herêma Kurdistanê jî rêzê li wan digire.”

Mesrûr Barzanî di derheqa rewşa Sûriyeyê de jî got, “Em hest bi nîgeranî û tirsekê dikin, xasma jî ku Sûriye cîraneke rasterast a Herêma Kurdistanê ye û rûdanên wî welatî bandorê li Herêma Kurdistanê jî dikin.”