Şanda DEM Partiyê peyama Ocalan gihand Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Barzanî piştgiriya xwe ya temam ji bo serkeftina proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê nîşan dide.

Şanda Dem Partiyê ya ji bo Îmraliyê îro demjimêr 10:00ê gihîşt baregeha Barzanî û ji bo gotûbêjkirina pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, bi Serok Barzanî re civiya.

Li gor daxuyaniya baregeha Barzanî, şanda Îmraliyê nêrînên xwe yên derbarê rewşa siyasî û proseya aştiyê li Tirkiyeyê û hûrgilî û encamên hevdîtinên xwe yên bi Abdullah Ocalan re ji Serok Barzanî re pêşkêş kirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, şanda Îmraliyê naveroka peyama Abdullah Ocalan jî gihandiye Serok Barzanî.

Di hevdîtinê de, Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mêvan kir û tekezî li ser girîngiya proseya aştiyê ji bo gihîştina çareseriyê kir û bi pêwîst zanî ku hemû alî hewla xwe bidin ta ku proseya aştiyê bigihe encamê.

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Serok Barzanî amadehiya xwe ya temam ji bo alîkarî û piştevaniya proseya aştiyê li Tirkiyeyê û serkeftina wê nîşan da.”

Şanda DEM Partiyê: Me nêrîn û pêşniyarên Serok Barzanî yên derbarê proseya aştiyê de wergirtin

Ji aliyekî din ve, DEM Partî derbarê civîna şanda xwe ya bi Serok Barzanî re di daxuyaniyekê de diyar kir, “Civîna li Pîrmamê, di çarçoveya hevdîtinên şanda DEM Partiyê ligel Abdullah Ocalan de bû û nêzî demjimêrek û 45 xulekan dom kir.”

DEM Partiyê herwiha diyar kir, şanda DEM Partiyê, Serok Mesûd Barzanî ji proseya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê agahdar kir û nêrîn û pêşniyarên Serok Barzanî yên derbarê proseyê de bi girîngî wergirtine.

Şanda DEM Partiyê duh 15-02-2025an gihîşt Hewlêrê û dê hejmarek hevdîtin bi berpirsên Herêma Kurdistanê re pêk bîne.

Di şandeyê de endamên Şandeya Îmraliyê Pervîn Bûldan, Sirri Sakik, hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, endamên Bûroya Hiqûqê ya Asrinê Ozgur Erol û Îbrahîm Bîlmez, hevberdevkê Komîsyona Têkiliyên Derve ya DEM Partiyê Berdan Ozturk, parlamenter Gulcan Kaçmaz Sayyîgît û Mehmet Kamaç cih digirin.

Tê payîn, Şanda Dem Partiyê ku pêştir du caran bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, piştî vegera xwe, bo cara sêyemîn jî bi Ocalan re hevdîtinê bike.