Nêçîrvan Barzanî: Divê her kes kar ji bo pêvajoya aştiyê û biratiya Kurd û Tirkan bike

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî tekez kir, ew ji bo her alîkarî û piştevaniya proseya aştiyê li Tirkiyeyê amade ye. Herwiha got: “Aştî ji bo hemûyan li Tirkiye û herêmê pêwîst e.”
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Herêma Kurdistanê de, şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê îro 17ê Sibatê bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.
Mijara sereke ya hevdîtinê, pêvajoya nû ya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê û encamên hevdîtinên şandeyê li Îmraliyê bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan bû.
Di hevdîtinê de, Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe bo serkeftina proseya aştiyê li Tirkiyeyê tekez kir û ew prose bi derfeteke girîng û dîrokî nirxand. Divê her kes kar ji bo serxistina pêvajoyê û biratiya Kurd û Tirkan bike, ji ber ku li Tirkiye û herêmê aştî ji her kesî re pêwîst e.”
Nêçîrvan Barzanî got: “Me hertim kar ji bo proseya aşitiyê kiriye û kêşe bi rêya aştiyane tên çareserkirin, ji ber ku ezmûnan îsbat kiriye ku şer û çek, ti pirsgirêk çareser nakin. Herwiha hêvî xwast ku PKK bi awayekî stratejîk li pêvajoyê binêre û ev derfet ji dest neçe.”
Şandeyê silav û rêzên taybet ên Ocalan gihandin Nêçîrvan Barzanî û bal kişandin ser gavên ku di pêvajoyê de hatine avêtin. Şandeyê herwiha piştgiriya pesn û pêzanîna xwe hewlên Nêçîrvan Barzanî di pêvajoya aştiyê ya berê û niha de nîşan da û daxwaz kir ku li ser hevkarî û piştevaniya xwe ji bo serkeftina pêvajoyê berdewam be.”