Hevdîtina şanda Dem Partiyê bi Serok Barzanî re karvedanên mezin li pişt xwe anîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Karvedanên serdana şanda Dem Partiyê bo Herêma Kurdistanê û hevdîtinên li gel Serok Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê di medya Tirkiyê de ciheke fireh girtiye. Bi nêrîna nivîskar, şîrovekarên medya Tirkiyê, cih girtina Serok Barzanî di proseyê de ji bo aliyên pêwendîdar şanseke mezin e ku ezmûn û kesayetiya zana ya Serok Barzanî bawerî dide aliyan. Her wiha nîqaşên li cada û li ser torên civakî nîşan didin, raya giştiya Kurdan bi dîmenên dawî, civînên serok Barzanî li gel Mezlûm Ebdî û şanda Îmraliyê dilxweş bûye. 

Serdana Şanda Îmralî ya Dem Partî tevî rêveberên DBPê û parêzerên Abdulla Ocalan bo Herêma Kurdistanê û civîna li gel Serok Barzanî li Tirkiyê deng veda. Medya, şîrovekar û nivîskarên Tirkiye giraniyeke mezin didin hevdîtinan û balê dikşînin bandora Serok Barzanî li ser Kurdên her çar parçeyên Kurdistanê.

Beşek ji şîrovekaran dibêjin, daxwaza aliyan bo çavê sêyem yê danûstandinan hebû û hebûna Serok Barzanî dê bibe sedem ku prose di berjewendiya Kurdan de û bi serkeftî encam bibe. 

Daxuyaniya Baregeha Barzanî ya derbarê hevdîtinê de ciheke girîng dibîne ku Serok Barzanî gotiye, ew piştevanî dide proseyê û ji bo vê çi pêwîst be amade ye pêk bîne.

Bi nêrîna hin şîrovekaran asta bilind ya bazirganîya di navbera Herêma Kurdistan û Tirkiyê de giring e, rêveberiya Tirkiyê li gel Serok Barzanî û hekûmeta herêma Kurdistanê pêwendiyeke baş heye û cih girtina Serok Barzanî di proseyê de, dibe cihê baweriyê bo hemû aliyan. 

Medya û şîrovekar û nivîskarên Tirkiyeyê venaşêrin, proseya ku li Tirkiyeyê bi destpêşxêriya Dewlet Bahçelî dest pê kiriye, girêdayî pêşhatên rojhilata navîn û rewşa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye. Çareseriyeke aştiyane bo pirsa Kurd, ji bo Tirkiyeyê jî wek şanseke mezin tê dîtin. 

Helwesta kurdan li ser cade û kolan û torên civakî nîşan dide, xelkê kurd bi hevdîtinên dawî yên Serok Barzanî li gel Mezlûm ebdî û şanda Îmralî dilxweş bûne. Yekrêziya Kurdan bo mafên bingehîn, hêza herî mezin ya Kurdan tê dîtin û di vê warê de ezmûn û kesayetiya zana ya Serok Barzanî wek derfeteke baş ya kurdan tê niraxandin.