Tirkiye piştgiriya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Nêçîrvan Barzanî û Beris Ekinci
Nêçîrvan Barzanî û Beris Ekinci

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di civîneke xwe de bi Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji bo Karûbarên Enerjiyê re tekez dike, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevaya Îraqê de ye û wekî feydeyê budceya giştî ya welatî vedigere.” Ekinci jî hemî piştgiriya Tirkiyeyê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tekez dike.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Sêşem, 18.02.2025) pêwaziya Cîgira Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê ji bo Karûbarên Enerjiyê Beris Ekinci û şanda pê re kir, ku ji Balyozê Tirkiyeyê li Îraqê û hejmareke berpirsên warê enerjiyê pêk hatibû.

Her du aliyan di wê civînê de danûstandin li ser peywendiyên Tirkiyeyê bi Îraq û Herêma Kurdistanê re kirin, xasma jî alîkariyên wan ên hevpar di warê enerjî û birêvebirina avê de, herwesa li ser bizav û pêngavên hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dîtin û nerînên xwe li hev guhertin.

Herwesa her du aliyan edilandina qanûna budceya giştî ya Îraqê erênî helsengand, ku rêyê ji bo destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê xweş dike, herwesa di vî warî de behsa rêkarên amadekariyan ji bo hinardekirina petrolê û feyde û encamên erênî yên wê ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê kir.

Nêçîrvan Barzanî tekez jî kir, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di berjewendiya tevaya Îraqê de ye û wekî feydeyê budceya giştî ya welatî vedigere.” Serokê Herêma Kurdistanê herwesa amadebûna Herêma Kurdistanê ji bo berdewamkirina alîkariyên hevpar bi Tirkiyeyê re di warê enerjiyê de tekez kir.

Tevî diyarkirina dilxweşiyê bi hevfêmkirina Hewlêr û Bexdayê li ser piroseya destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê, Beris Ekinci ji aliyê xwe ve hemî piştgiriya Tirkiyeyê ji bo wê piroseyê tekez kir, herwesa di derheqa doza avê de jî xwesteka welatê xwe ji bo alîkariyên hevpar di warê birêvebirina avê de û berhingarbûna encamên guhertina av û hewayê bi Îraqê re diyar kir.

Çend pirsên din ên ji bo her du aliyan giring jî mijarên tewerekî din ê wê civînê bûn, ku Konsulê Giştî yê Tirkiyeyê li Herêma Kurdistanê jî tê de amade bûbû.