Herêma Kurdistanê û Amerîka bihêzkirina pêwendiyên xwe gotûbêj dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê civiyan û çend pirsên taybet bi Herêma Kurdistanê û Iraqê gotûbêj kirin û herdu alî li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya dehem di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro 19ê Sibata 2025an pêşwazî li Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê li Iraqê Daniel Rubinstein kir.

Di hevdîtinê de ku Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Beecroft amade bû, bihêztirkirina zêdetir a pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê, pêvajoya çaksaziyê û yekxistina hêzên Pêşmerge, rêkarên destpêkirina hinardekirina petrola Herêmê, çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de û rêzgirtina li mafên destûrî û qewareya federalî ya Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha, behsa hewl û gotûbêjên pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hatin kirin ku niha gotûbêj bi awayekî erênî birêve diçin û pêşkevtineke baş bidest hatiye.

Herdu alî li ser pêwîstiya pêkanîna kabîneya dehem di zûtirîn dem de hevnêrîn bûn, ji bo ku berdewamî bi karnameya çaksaziyê ya hikûmetê were dayîn û bê cudahî, xizmeta sercem navçeyên Herêma Kurdistanê were kirin.

Rewşa giştî ya navçeyê û bi taybetî pêşhat û guherînên Sûriyetê, beşeke din a gotûbêjan bû.

 
Fly Erbil Advertisment