Şanda Îmraliyê îro banga Abdullah Ocalan radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda DEM Partiyê ya Îmraliyê, îro 27ê Sibatê li Stenbolê naveroka peyama rêberê PKKê yê girtî, Abdullah Ocalan belav dike.
Şanda Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) îro li Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtina sêyemîn dike.
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ku ji Ahmet Turk, Pervîn Buldan, Sirri Sureyya Onder, Tulay Hatîmogûllari, Tuncer Bakirhan, Cengîz Çîçek û Faîk Ozgur Erol pêk tê, ji bo hevdîtina 3’emîn a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re, ber bi Girtîgeha Girava Îmraliyê ve bi rê ket.
Berdevka Dem Partiyê Ayişegul Dogan belav kir, Şanda Îmraliyê piştî hevdîtina bi Ocalan re, dê li Stenbolê di demjimêr 17.00 de daxuyaniyê bide û banga Ocalan rabigihîne.
Jêderekî Wezareta Dadê ya Tirkiyê got, wezaretê destûr daye şandeke DEM Partiyê îro Pêncşemê serdana Ocalan bike.
Wezîrê Dadê yê Tirkiyê Yilmaz Tûnç duh Çarşemê gotibû, li gorî daxuyaniyên hikûmetê yên berê, daxwaza DEM partiyê derbarê peyama vîdyoyî de, nayê bicihanîn.