Apikur pêşwaziya bizavên Amerîkayê bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Apikur pêşwaziya bizavên Amerîkayê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê dike.
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro (În, 28.02.2025) di ragehandinekê de pêşwaziya bizavên Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê kir.
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Marko Robio û Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî li roja Sêşemê (25.02.2025) di peywendiyeke tilefonî de danûstandin li ser rewşa Sûriye û deverê, komên çekdar, hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê û hejmareke pirsên din kirin.
Li dû ragehandina Wezareta Derve ya Amerîkayê, di wê peywendiya tilefonî de Robio amaje daye ku, divê bi zûtirîn dem petrola Herêma Kurdistanê bi rêya boriya Îraq - Tirkiyeyê bê hinardekirin û rêz li peymanên petrolê yên kompaniyên Amerîkayî bê girtin, ku li Herêma Kurdistanê û Îraqê kar dikin.
Piştî peywendî û hevahengiya navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Hewlêr û Bexdayê li roja Yekşemê (23.02.2025) li ser destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li hev kir.
Wezareta Petrolê ya Îraqê li roja Şemiyê (22.02.2025) ragehand, “Tevaya rêkarên dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê hatine temamkirin.”