Wezareta Derve ya Îranê pêşwaziya peyama Ocalan dike

Îsmaîl Beqayî
Îsmaîl Beqayî

Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îranê pêşwaziya peyama Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yê zindankirî Ebdila Ocalan ji bo danana çekî wekî pêngaveke li dijî tundûtîjiyê dihesibîne.

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Îsmaîl Beqayî îro (În, 28.02.2025) ragehand, “Her piroseyek ku bibe sedema rawestandina terorê û pêşxistina ewlehiya welatê cîranê me Tirkiyeyê, ji aliyê Komara Îslamî ya Îranê ve pêşwazî lê tê kirin.”

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê hêvî kiriye ku, wê guhertinê li ser astê deverê jî bandoreke erênî hebe.”

Şanda Îmraliyê duhî (Pêncşem, 27.02.2025) di konferanseke rojnamevanî de peyama Ocalan bi her du zimanên Kurdî û Tirkî xwand.

Serokê Şarezadariya Mezin a Wanê yê jikarderxistî Ahmet Turk peyama Ocalan xwand ku tê de hatiye, “PKK di demekê de hatibû damezrandin ku rêya demokrasiyê hatibû girtin.” Herwesa gotiye, “Divê zimanê aştî û demokrasiyê bê pêşxistin.”

Di pareke din a peyama Ocalan de hatiye, “Divê PKK çekên xwe dane û xwe hilweşîne û kongireya xwe lidar bixe.”

Ocalan herwesa di wê peyama xwe de eşkere jî kir ku, berpirsyarîtiya vê biryarê bi stûyê xwe ve digire û gerentiya danûstandinên aştiyê dike.