Welatiyên Diyarbekirê: Banga çekdanînê erênî ye û divê nasname û ziman êdî werin nasîn
Diyarbekir (K24) – Welatiyên Diyarbekirê derbarfê banga çekdanînê ya Abdullah Ocalan bo PKKê de, amaje kirin ku gavek erênî ye û divê li ser vê bangewaziyê jî dewlet jî gavên nu yên erênî biavêje û mafên kurdan yên rewa binase û nasname û zimanê kurdî jî di qada fermî de were nasîn. Bang li siyasetmedarên kurd jî hat kirin ku di zemîna siyaseta demokratîk de bo bidestxistina mafên neteweyî xebatên xwe kurtir û berfirehtir bikin û vê derfetê ji dest nedin.
Welatî: “Di dîroka Komara Tirkiyeyê de peyamek dîrokî bû, divê dewlet jî vê derfetê baş binirxîne, gelo çima PKKê çek bi kar anî divê baş were famkirin û zemîna çekan ji holê were rakirin.”
Welatî: “Peyamek baş bû, eger bi ser bikeve dê baş be, em jî zimanê xwe û nasnameya xwe dixwazin ma ev teşqele ji bo çi bu, evder welatê me ye, welatê bav û kalê me ye.”
Welatî: “Divê xebatên siyasî yên partiyên Kurd û Kurdistanî zêdetir bibin, divê bibin yek û bikaribin bibin bersiv.”
Welatî: “Ez dibêjimm bila zimanê me hebe, nasnameya me hebe, em li hev bikin bes e.”
Welatî: “Ji bo kurdan gavek pirr baş bu, dê sudê bide kurdan, ez bi vê peyamê şad bûm,”
Welatî: “Piştî vê peyamê divê gavên nu werin avêtin, divê zimanê me bibe fermî.”.