Ehmed Şera daxwazê ji welatên Erebî dike li beranberî ‘êrîşên Israîlê’ piştgiriya Sûriyeyê bikin

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz daxwazê ji welatên Erebî û Civaka Navdewletî dike ku, li beranberî êrîşên Israîlê piştgiriya welatê wî bikin.
Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera îro (Sêşem, 04.03.2025) di gotinekê de li nav civîna bilez a Komkara Welatên Erebî de li Qahîreyê got ku, ew ji bo rêgirtin û xwedûrkirina ji rûbirûbûn û lêkdana bi Israîlê re pabendî lihevkirina sala 1974ê ne.
Ehmed Şera tekez jî kir ku, welatê wî li ser piştevaniya pirsên Erebî berdewam dibe. Herwesa daxwaz ji welatên Erebî û Civaka Navdewletî kir ku, li beranberî êrîşên Israîlê û xwevekêşana wê ya bilez ji başûrê Sûriyeyê piştgiriya welatê wî bikin.
Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee jî duhî (Duşem, 03.03.2025) li ser tora civakî ya Xê parve kir ku, hêzên wan cebilxaneyeke kevn a rijêma Sûriyeyê bombebaran kir.
Avichay Adraee herwesa got, “Bi liberçavwergirtina guhertinên dawiyê yên deverê, biryar daye êrîşê bikin ser jêrxaneyeke wê bingeha serbazî li Sûriyeyê.”
Navbirî amaje jî da ku, artêşa Israîlê li ser bergiriya xwe berdewam dibe û çavdêriya bereyê Sûriyeyê dike, hemî karan jî ji bo parastina welatiyên Israîlê dike.