Şanda Îmraliyê piştî banga Ocalan jî diçe sedana aliyên siyasî

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda DEM Partiyê bo Îmraliyê piştî banga Abdullah Ocalan, dê dest bi serdana partiyên siyasî bike. Serdana yekem jî dê ji bo CHPê be.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) piştî banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah a di 27’ê Sibatê de, dest bi serdanên partiyên siyasî dike. 

Şandeya DEM Partiyê ku Hevserokên Giştî Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan jî di nav de ne, di yekem serdan de, dê roja 10’ê Adarê biçe serdana CHP’ê. 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.

Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, li ser Banga Abdullah Ocalan, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”