Apikur: Em li benda lihevkirina nû ne û pêdivîtiya lihevkirina nû bi demeke zêdetir heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) radigehîne, “Eger şertên me li ber çav bên wergirtin û daxwaziyên me bên bicihanîn, em ji bo dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê yê Tirkiyeyê amade ne.”
Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) îro (Pêncşem, 06.03.2025) li ser civîna xwe ya bi Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de eşkere kir, “Em ji bo hinardekirina petrolê li benda lihevkirina nû ne û pêdivîtiya lihevkirina nû bi demeke zêdetir heye.”
Her di ragehandina Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Herêma Kurdistanê (Apikur) de hatiye, “Em pabendbûna xwe bi dubare hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê tekez dikin, lê bi wî şertî ku daxwaziyên me bên bicihanîn.”
Apikurê got, “Divê naveroka qanûna budceyê wekî xwe bê bicihanîn û bi zûtirîn dem qerên me bên dan.” Herwesa got, “Divê wekî berhemînerên petrolê yên Îraqê serederî bi werberhênerên Herêma Kurdistanê re jî bê kirin.”
Wezareta Petrolê ya Îraqê û Wezareta Samanên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Pêncşem, 06.03.2025) bi kompaniyên petrolê yên Herêma Kurdistanê (Apikur) re, ji bo merema gehiştina lihevkirinê li ser dubare hinardekirina petrolê, civiyan û civîna wan bê encam bidawî hat.
Li dû zanyarên K24ê, ew arêşeyên di navbera Wezareta Petrolê ya Îraqê û Apikurê de hebûn wekî xwe man û nehatin çarekirin, xasma jî ku niha Wezareta Petrolê ya Îraqê daxwaziyeke din ji kompaniyên petrolê kiriye, ku dixwaze pareke petrola Besreyê bi rêya benderê Ceyhanê hinardeyî derve bike, lê Apikur li ser wê daxwazê razî nebûye.
Tê çaverêkirin ku di gereke din a civîna navbera wan de ku heftiya bê tê kirin, desthilatên wê kompaniya navdewletî ya şêwirmendî bê destnîşankirin, ku nirxê dawiyê yê derxistin û hinardekirina petrolê diyar dike.

