Vê heftiyê welatên cîranên Sûriyeyê li Urdinê dicivin

Navenda Nûçeyan (K24) - Civîna welatên cîranên Sûriyeyê li roja Yekşema bê (09.03.2025) li Urdinê tê kirin.
Wezareta Derve ya Urdinê parve kiriye, “Biryar e li roja Yekşema bê (09.03.2025) Civîna welatên cîranên Sûriyeyê li Urdinê bê kirin. Armanca wê civînê jî kirina danûstandinan li ser rûbirûbûna metirsiyên terorê û bazirganên madeyên hişber e.”
Li dû Wezareta Derve ya Urdinê, di wê civînê de behsa vegeriyana dilxwazane ya penaberên Sûriyeyî ji bo welatê wan tê kirin, tevî dubare avedankirina Sûriyeyê û çêkirina dewletekê ku mafên hemiyan parastî bin.
Biryar e ku wezîrên bergiriyê û wezîrê derve yên Îraq, Tirkiye, Libnan û Urdinê tevlî wê civînê dibin.