Pispor: Banga Ocalan HSDê li xwe nagire
Navenda Nûçeyan (K24) – Siyaseta Tirkiyeyê gengeşeya wê yekê dike gelo banga Abdullah Ocalanî ya ji bo dawîkirina PKKyê, HSD’yê jî li dixwe digre an na. Lewra berpirsên PKK’yê û hikûmeta Tirkiyeyê li ser vê mijarê li dijî hevûdu daxuyaniyan didin. Lê zanayên siyasetê yên Tirkiyeyê didin zanîn ku her çend banga Ocalanî rasterast ne bo HSDyê be, pêvajo HSDyê jî li xwe digre. Heke HSD nebe parçeyek ji pêvajoyê dê pêvajo dîsa şikestin bîne û encamên giran peyda bibin.
Banga Rêberê PKKyê Abdullah Ocalanî ya ji bo dawîkirina PKKyê gengeşeyek li ser çarenûsa Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSDyê jî dirûst kiriye û siyaseta Tirkiyeyê wê yekê gotûbêj dike, gelo banga Ocalanî HSDyê jî li xwe digre an na.
Lewra hikûmeta Tirkiyeyê dixwaze ne tenê PKK, HSD jî çekan deyne lê Fermandarê Giştî yê wê rêxistinê Mazlûm Abdî û berpirsên PKKyê yên wekî Remzî Kartal û Zûbeyir Kartal eşkere kiribûn ku, banga Ocalanî HSDyê li xwe nagre. Li ser vê pirsê profesorekî diyar ê Kurd dibêje, herçend banga Ocalanî rasterast HSDyê li xwe negre, HSD û çarenûsa rojavayê Kurdistanê parçeyek ji pêvajoyê ne.
Civaknas û zanayê siyasetê Prof. Dr. Mesut Yegen ji K24ê re got: “Armanca sereke ya banga Ocalanî dawîkirina PKKyê bû. Navê HSDyê di nava banga wî de derbas nabe lewma bang ne ji bo HSDyê ye. Lê HSD jî parçeyeka pêvajoyê ye. Pêkan e ku PKK çekan deyne û xwe dawî bike. Lê ji ber şert û mercên taybet ên Rojavayê Kurdistanê pêkan niye ku HSD çekan deyne. Jixwe dewleta Tirkiyeyê jî vê rastiyê baş dizane û bi rasteqînî tevgeriya. Lewma dewleta Tirkiyeyê û Ocalan lihev kirin ku di bangê de behsa HSDyê nekin. Bêgûman bang HSDyê lixwe negre jî pêvajo dê bêçekkirina HSDyê li xwe bigre. Lê biryara vê jî tenê Ocalan û dewleta Tirkiyeyê nikarin bidin. Dê hêzên navdewletî yên li Sûriyeyê jî nêrîn û helwesta xwe hebin.”
Pêvajoya yekem çareseriyê dema şerê navxwe ya Sûriyeyê de destpêkiribû û dema Enqere ji siyaseta PYD’yê razî nebûbû pêvajo şikestin anîbû. Pirsa rojavayê Kurdistanê vê carê bû sedem ku pêvajo careke din destpê bike. Li gor zanayekî siyasetê heke HSD nebe perçeyek ji vê pêvajoyê, dibe kı encamên xirab peyda bibin.
Zanayê siyasetê Dr. Ufuk Uras dibêje: “Hevtayên danîna çekên HSDyê û PKKyê ji hev cûda ne. Hevtayê danîna çekên PKKyê hikûmeta Tirkiyeyê, ya HSDyê jî hikûmeta navendî ya Sûriyeyê ye. Divê pirsa HSDyê bi danûstandin û hevnêzikbûna Kurdan û hikûmeta Şamê çareser bibe. Heke hikûmeta Tirkiyeyê bêje, bang HSDyê lixwe digre û aliyê PKKyê jî dij derkeve ev pêvajo pêşve naçe. Hemû alî parçeyên pêvajoyê ne lê tenê taybetmendiyên wan ji hev cûda ne. Heke Rojava û HSD ne parçeyên pêvajoyê bin Ocalan çima name ji wan re dişîne. Heke HSD di bingeheke berfireh de nebe parçeya pêvajoyê dê ev pêvajo bixetime û dê encama vê jî giran be.”
Piştî banga Ocalanî di 1ê Adarê PKK’yê agirbest ragihandibû û eşkere kiribû ku ew pabendê banga Ocalanî ne û dê kongireya çekdanînê lidar bixin û dawiya PKKyê bînin.