Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî danûstandinan li ser rewşa Îraq û deverê dikin

Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî
Mesrûr Barzanî û Mistefa Kazimî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokwezîrê Îraqê yê pêştir danûstandinan li ser amadekariyên hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê dikin, herwesa ronahiyê berdidin ser pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê jî.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 09.03.2025) pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê yê pêştir Mistefa Kazimî kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê di ragehandinekê de amaje da, “Di wê civînê de danûstandin li ser rewşa giştî ya Îraq û deverê û amadekariyên hilbijartinên bên ên Civata Nûnerên Îraqê hatin kirin.”

Her li dû wê ragehandinê, pareke din a danûstandinên wê civînê girêdayî pêdivîtiya çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî û dabînkirina mafên destûrî û darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bû.

 
Fly Erbil Advertisment