Fuad Hisên: Divê bizavên herêmî û navdewletî li dijî DAIŞê bên kirin

Fuad Hisên
Fuad Hisên

Navenda Nûçeyan (K24) - Piştî civîna wezîrên derve yên Îraq, Tirkiye û Urdinê li ser rewşa Sûriyeyê, amaje hat dan ku divê arêşeyên Sûriyeyê bên çarekirin.

Wezîrê Derve yê Îraqê Fuad Hisên îro (Yekşem, 09.03.2025) ragehand, “Em bi welatan re kar dikin ku seqamgiriyê li Sûriyeyê peyda bikin.” Herwesa got, “Seqamgiriya Îraqê girêdayî seqamgiriya Sûriyeyê ye.”

Wezîrê Derve yê Îraqê amaje jî da, “Hind e ku DAIŞ dîsa xwe rêk bixe.” herwesa got, “Divê bizavên herêmî û navdewletî li dijî DAIŞê bên kirin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan jî ji aliyê xwe ve ragehand, “Civîna me dîrokî bû, me behsa rêkarên çarekirina arêşeyên cuda cuda kir.” Herwesa got, “Desttêwerdanên derekî arêşeyan aloztir dikin.”

Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê herwesa got, “Divê welatên me kar bikin, ji bo ku arêşeyên xwe di nav xwe de çare bikin.”

Ji aliyekî din ve jî Wezîrê Derve yê Urdinê Eymen Sefedî ragehand, “Welatên cîranên Sûriyeyê daxwaza rakirina sizayên li ser Sûriyeyê dikin.”