Serok Barzanî: Rêkeftina 11ê Adarê berhema têkoşîna Pêşmerge û hemû beşên Kurdistanê ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Serok Mesûd Barzanî di salvegera rêkeftina 11ê Adarê de peyamek belav kir û tê de ragihand, ew rêkeftin destkefteke dîrokî û girîng a têkoşîna gelê Kurdistanê a bi pêşengiya Barzaniya nemir e. 

Peyama Serok Barzanî:

Rêkeftina 11'ê Adara 1970î destkefteke dîrokî û girîng a têkoşîna gelê Kurdistanê a bi pêşengiya Barzaniya nemir e. Bo cara yekem hikûmeta Iraqê beşek ji mafên gelê Kurd nas kir û ew derfet ji bo gelê Kurd hat ku kar li ser xwerêveberî, xurtkirina ziman û çanda xwe û dabînkirina aramiyê bike.

Ev rêkeftin, berhema têkoşîna Pêşmerge, kadroyên partî û hemû beşên Kurdistanê di şoreşa Îlonê de bû û hilgirê waneyên stratejîk û girîng bû, ji bo qonaxên pêşerojê yên tevgera rizgarîxwaza Kurdistanê û bû sedema bihêztirbûna doza rewa ya gelê Kurdistanê. 

Di 55emîn salvegera Rêkeftina 11ê Adarê de, bi hezaran silav ji giyanê şehîdên şoreşa Îlonê û hemû şoreşên Kurdistanê re dişînin û pêzanîna me ji bo hemû Pêşmerge û xebatkarekî Şoreşa Îlonê dikin ku bi kolnedan, pêdagirî û wêrekiya xwe ya pola destkeftên mezin ji bo gelê xwe bidest xistin.

 
 
 
Fly Erbil Advertisment