Rêveberiya Xweser: Em ê bi berpirsyarî pêşengiya “Peymana Ebdî – Şera” bikin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Xweser ragihand, peymana di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û desthilata Şamê de hatiye îmzekirin, gaveke girîng û dîrokî ye. Herwiha tekez kir, “Ev peyman helwesta me ya hertimî ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê û pêkhateya wê ya civakî diyar dike.”
Serokatiya Sûriyeyê roja 10ê Adara 2025an belav kir, Serokê Qonaxa Veguhêz a Sûriyeyê Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî rêkeftinek ji 8 xalan pêk tê îmze kirin. Tê de tekezî li ser yekperçeyîya xaka Sûriyeyê, tevlîbûna hêzên HSDê di nava saziyên dewletê de û agirbestê hat kirin.
Rêveberiya Xweser îro 12ê Adarê derbarê vê peymanê de ragihand, ev peymaneke girîng û dîrokî ye di vê qonaxê û got: “Em tekez dikin ku ev peyman û bendên wê piştrast dikin ku bijarteya tekane ew e ku em pirsgirêka xwe bi diyalogê çareser bikin.”
Herwiha got: “Ev peyman helwesta me ya hertimî ji bo parastina yekîtiya xaka Sûriyeyê û pêkhateya wê ya civakî diyar dike.”
Tekez kir jî: “Em weke Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê emê weke berê bi rihê berpirsyariyê pêşengiya vê pêvajoyê bikin.”
Rêveberiya Xweser got jî: “Ev peyman, weke serkeftinek ji bo tevahiya gelê Sûriyê tê dîtin û bû asteng li pêşiya hemû kesên ku hewl didin serkeftinên ku gelê me bi dest xistine, alozî û parçebûnê di navbera pêkhateyên gelê Sûriyeyê de têk bibin.”