Kovareke Amerîkayî: Îran li van nêzîkan çêla xwe ya şîrder winda dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Kovara “Foreign Affairs”ê di raportekê de behsa pêngavên Amerîkayê ji bo bidawîanîna hejmona Îranê li Îraqê dike û Îraqê wekî “çîla şîrder” ji bo aborê Îranê diwesifîne.

Kovara “Foreign Affairs”ê ya Amrîkayî, ku nêzî Wezareta Derve ya Amerîkayê ye, îro (Pêncşem, 13.03.2025) di raportekê de ragehandiye, “Hikûmeta Îraqê ku Çarçoveya Hevahengiyê ew kontirol kiriye, tevî nêzîbûna wê ji Îranê, di demên borî de dagêraneke mezin ji bo Hikûmeta Amerîkayê kiriye.”

Kovara navbirî tekez jî kiriye, “Berpirsên Îraqê tirs ji rakêşana bala Waşintonê heye, vê yekê jî wesa kiriye ku komên çekdar êrîşên xwe li ser Amerîka û Israîlê rawestînin.”

Di raporta wê kovarê de hatiye, “Piştî nemana Esed û lawazbûna Hizbulaha Libnanî, hejmona Hikûmeta Îranê kêm bûye, niha jî bi temamî girêdayî Îraqê ye ku wek dawî karta xwe li deverê bi kar tîne, xasma jî ji aliyê aborî ve.”

Her wê raportê ron jî kiriye, “Waşinton mifayî ji alîkarîkirina Hikûmeta Îraqê werdigire, Îraqê jî tirs heye ku Amerîka sizayî li ser wê bisepîne, ji bo ku zêdetir givaştinan bixe ser Îranê û xasma jî ji aliyê aborî ve.”

Wê kavorê amaje jî daye, “Hikûmeta Amerîkayê niha ji bo kêmkirina hejmona Îranê li Îraqê kar dike.” Ron jî kiriye, “Waşinton vê yekê ne bi rêya êrîşa serbazî li dijî Îranê li Îraqê dike, belkî bi rêya bikaranîna diplomasiyeke çir û gefên sizayî ku rêyê li Îranê digire Îraqê wekî çavkaniyeke darayî bi kar bîne.”

Kovara navbirî herwesa gotiye, “Îraq niha ji bo Amerîkayê wekî çêleke şîrder e, lê ji aliyê givaştina rasterast a Amerîkayê ve tê birîn, ku ji sepandina sizayî û armanckirina berjewendiyên komên çekdar ên alîgirên Îranê pêk tê.”

Kovara “Foreign Affairs”ê herwesa gotiye, “Tevî ku bala Hikûmeta Amerîkayê bi temamî li ser Îraqê nîne, lê wê biryar daye ku Îraqê ji bin destê Îranê derxe.” Amaje jî daye, “Îran li van nêzîkan Îraqê winda dike, Amerîkayê jî dê mezintirîn hejmon li deverê hebe.”