Amerîka: Pêşmergeyan rolekî bibnador di silametî û ewlehiya Amerîkayê de hebû

Navenda Nûçeyan (K24) - Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê amajeyê dide, “Me bi hevparî bi Pêşmergeyan re şiyanên operasyonên DAIŞê li Îraqê sinordar kirine.” Herwesa dibêje, “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan li jêr fermandarî û kontirola Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan kar dikin.”
Konsulê Giştî yê Amerîkayê li Herêma Kurdistanê Steve Bittner got, “Hevpariya me bi hêzên Pêşmergeyan re rolekî bibandor di şerê li dijî DAIŞê de hebû, bi awayekî berçav ji bo silametî û ewlehiya Amerîkayê, Herêma Kurdistanê alîkar bû.”
Steve Bittner herwesa got, “Ev zêdetirî 10 salan e ku em bi dabînkirina rahênanan û kelûpelên pêdivî alîkariya hêzên Pêşmergeyan dikin, ku bûne sedema şkestina berdewam a DAIŞê û nehêlana gefên teroristî.”
Navbirî amaje jî da, “Dana topavêjên Hawtêr bi hêzên Pêşmergeyan li vê dawiyê ji bo kirina opersyonên serbazî yên bibandor li dijî gefên berdewam ên DAIŞê dê giring be.”
Konsulê Giştî yê Amerîkayê herwesa ragehand, “Em bi Hikûmeta Herêma Kurdistanê re ji bo yekkirina hêzên Pêşmergeyan li jêr fermandarî û kontirola Wezareta Karûbarên Pêşmergeyan û avakirina hêzeke şerker a pirofesyonal û hevgirtî kar dikin.”
Steve Bittner tekez jî kir, “Me bi hev re şiyanên operasyonên DAIŞê li Îraqê sinordar kirine, em bi dilxweşî ve li bizavên xwe yên hevpar li paşerojê ji bo parastina berjewendiyên me yên hevpar dinêrin.”