ENKSê û Mezlûm Ebdî danûstandin li ser lihevkirina HSD û Şamê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê ENKSê amajeyê dide ku, şandeke wan bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) re civiya û pê re danûstandin li ser dawî pêşhatên Sûriyeyê kirin.
Berdevkê Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) Feysel Yûsif îro (În, 14.03.2025) ragehand ku, şandeke wan duhî (Pêncşem, 13.03.2025) bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re civiya û bi awayekî giştî danûstandin li ser rewş û pêşhatên Sûriyeyê kirin.
Feysel Yûsif amaje jî da, “Her du aliyan li ser lihevkirina navbera Serokê Sûriyeyê yê demkî Ehmed Şera û Mezlûm Ebdî danûstandin kirin û nerînên xwe li hev guhertin.”
Navbirî ron jî kir, “Her du alî li ser pêkanîna şandeke hevgirtî û hevpar ji bo destpêkirina gengeşe û danûstandinan bi desthilatdarên Şamê re li ser mafên gelê Kurd li Sûriyeyê hevnerîn bûn.”
Serokatiya Komara Sûriyeyê li roja Duşemê (10.03.2025) lihevkirina Serokê Sûriyeyê yê qonaxa veguhêz Ehmed Şera û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragehand, ku yekparçeyîya axa Sûriyeyê serekîtirîn xala wê lihevkirinê ye.
Li dû wan zanyarên ku Serokatiya Sûriyeyê parve kirine, hêzên HSDê têkelî sîstema bergiriya niştîmanî ya Sûriyeyê tên kirin, herwesa deriyên sinorî, balafirxane, zeviyên petrol û gazê û hemî dezgehên sivîl ên bakurê rojhilatê Sûriyeyê bi Şamê ve tên girêdan.