Li Diyarbekirê Pêşangeha Cilûberg û Xurekan vebû

Navenda Nûçeyan (K24) – Li Diyarbekirê di Pêşangeha bo Remezan û Cejnê hatî vekirin de, esnaf hem li gorî bazara derve bihayên berhemên xwe erzan dikin û bi vê yekê firotinek zêdetir dikin, hem jî welatî di qeyrana aboriyê de derfetê bidest dixin ku pêdiviyên xwe bi awayeke erzantir dabîn bikin.

Li Diyarbekirê pêşangeheke cawaz hatiye vekirin ku cara ku cara yekem e di meha remezanê de pêşangehek wisa tê vekirin. Di Navenda Pêşangeh û Kongreyê Ya Navneteweyî ya Mezopotamya de Pêşangeha Cil û Bergan û Xurekan hatiye vekirin. Di pêşangehê de ji 15 bajaran 42 kompanî beşdar in û amadekarên pêşangehê dibêjin ewê hewl bidin her sal vê pêşangehê li dar bixin.

Gerînendeyê Navenda Pêşangeh û Kongreya Mezopotamya Welat Ektîrîcî ji K24ê re got: “Ev pêşangeh bi taybetî bo remezanê û cejna remezanê hatiye vekirin û li vê derê biha li gorî derve erzantir in. Bi taybetî cil û bergên jin û zarokan li vê derê hene.”

Nûnerên kompaniyên ku beşdarî pêşangehê bûne jî didin zanîn ku bihayên berhemên wan li gorî bazara derve erzantir e û welatî jî vê yekê wek derfeteke girîng dibînin di nava qeyrana aboriyê de.

Esnaf Yaprak Ozer: “Li vê derê erzanî heye, biha ji 150 dest pê dikin heta 2 hezar lîre jî heye.”

Esnaf Kubra Demîr: “Ev qumaşê destê min de derve 200 lîre ye lê li vêderê 100 lîre ye.”

Welatî Mesut Êrîman: “Em bo danustana remezan û cejnê hatine ku bo zarojkan tiştek bistînin.”

Pêşangeha ku 11ê adarê dest pê kiriye dê heta 16ê adarê vekirî be û ji ber qeyrana aboriyê welatî vê pêşangehê wek derfetek girîng dibînin.