DEM Partî binçavkirina Îmamoglu û kesên din şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan nerazîbûn nîşanî binçavkirina Ekrem Îmamoglû, rojnameger û şaredarên navçeyan dan. 

Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû û 104 kesên din îro 19ê Adarê danê sibehê hatin binçavkirin. 

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ragihand, Îmamoglû ji ber îdiayên “Rêveberiya rêxistina sûc”, “endamtiya rêxistina sûc”, “bertîl” û “di îhaleyê de hîle kiriye” hatiye binçavkirin. 

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li hejmara xwe ya tora civakî “X” ragihand, “Binçavkirina şaredarê bajarê herî mezin ê welat, şermeke mezin e ku dê neyê jibîrkirin. Bi vê operasyonê re siyaset bi destê darazê hatiye dîzaynkirin.”

Tulay Hatîmogûllari xwast Îmamoglû û hemû binçavkiriyên din tavilê bên berdan. 

Ji aliyê xwe ve, Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan jî got: “Em vê bêhiqûqiya li dijî îradeya gel red dikin û bi tundî şermezar dikin.”

Herwiha got: “Tavilê ji vê rêya xwe ya xelet vegerin û rêzê ji bo îradeya gel bigirin.” 

Bakirhan, anî ziman ku weke DEM Partiyê ew bi îradeya gelê Stenbolê re ne û divê rêz li îradeyê were girtin. Herwiha xwast ew Îmamoglû û binçavkiriyên tavilê bên berdan.