Artêşa Iraqê 5 şervanên YBŞê desteser kirin.. YBŞê jî gefê dixwe

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) li ser girtina 5 çekdarên wan ji aliyê polîsên Iraqê ve, 24 demjimêr dem dane artêş û polîsê Iraqê, da ku çekdarên wam azad bikin.

Şeva borî li navenda bajarê Şingalê, şer û alozî di navbera hêzên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) û artêş û polîsên Iraqê de derketin. Di encamê de, 5 polîsên federal û 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn, piştre rewş aram bû.

Lê dîsa derengiya şeva borî alozî derket û hêzên polîsên federal 5 şervanên YBŞ’ê girtin. Niha jî YBŞ û PKK gefa şer li dijî artêş û polîsê Iraqê xwariye, eger di heyama 24 demjimêran de, ew 5 şervanên wan neyên azadkirin.

Medyaya ser bi PKKê ve belav kir, şeva borî demjimêr 23:00 artêşa Iraqê li navenda bajarê Şingalê êrişî otomobîleke şervanên YBŞê kir. Di encamê de 3 şervanên YBŞ’ê birîndar bûn ku birînên yekî ji wan giran e.