HSD: 12 çekdarên ser bi Tirkiyeyê ve li Bendava Tişrînê û Qerqozaqê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand, hêzên wan bendava Tişrînê gelek êrişên grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve têk birin û di encamê de, 12 çekdar hatine kuştin û hin jî birîndar bûne.
Navenda Ragihandinê ya HSDê îro 19ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpên çekdaran ên ser bi Tirkiyeyê ve êrişî gundên li derdora bendava Tişrîn û Qerqozaqê kirin.
Diyar kir jî, li eniya bendava Tişrînê hêzên wan duh êrişeke îekdaran a li ser nuqteyên wan yên leşkerî têk birin, di encamê de jî pevçûnên dijwar rû dan û gelek çekdara hatin kuştin û birîndar bûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê da zanîn jî, çekdaran careke din hewl dan ji girê Syriatelê êriş bikin, lê şervanên wan bersiv da, pevçûn derketin û di encamê de 7 çekdar hatin
Got jî: Li gorî agahiyên destpêkê yên encamên bersivdayîna şervanên HSDê li hemberî êrişên çekdaran wê, 12 çekdar hatin kuştin û birîndarkirin.
Li eniya Qerqozaqê jî, çekdaran gundên El Tîna, Cada, Bîr Hesen, Xeseq, Dîkan, Malha û El Sena û girên Sêvê û Qerqozaqê bi topên giran, tank û hawanan bombe kirin, di encamê de gelek ziyanên madî li malên sivîlan çêbûn.
Navenda Ragihandinê ya HSDê got, li hember bombebarana çekdaran, hêzên wan çalakiyek li dijî çeper û baregehên artêşa Tirkiyeyê û çekdaran li rojavayê Pira Qereqozaqê kirin.