Nehro Rewandizî: Şandeke Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê re dicive
Navenda Nûçeyan (K24) - Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li heftiya bê dest pê dike, Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê di vî warî de dibêje, “Şandeke Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê re dicive.”
Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Nehro Rewandizî îro (Çarşem, 19.03.2025) ji K24ê re ragehand, “Şandeke Herêma Kurdistanê ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê li Bexdayê ye û bi Wezîrê Petrolê yê Îraqê re dicive û çi arêşeyeke wesa ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê nemaye.”
Nehro Rewandizî amaje jî da, “Divê bihayê sotemeniyan bê wekhevkirin û pêşbînî tê kirin ku bi hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê re, bihayê penzînê li Herêma Kurdistanê dakeve.”
Cîgirê Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Tirkiyeyê amadebûna xwe ji bo hinardekirina petrolê diyar kiriye û çi arêşeyeke teknîkî nemaye.”
Serokê Lijneya Petrol û Gazê ya Civata Nûnerên Îraqê Heybet Helbûsî jî her îro di konferanseke rojnamevanî de got, “Civîna me li ser edilandina qanûna budceyê bû, girêdayî destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi rêya benderê Ceyhanê, ku heftiya bê jî em bi wê şandê re dicivin.”