Merasîma vêxistina agir Newrozê li Akrê tê lidarxistin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi hezaran geştyar ji bo beşdariya di merasîma vêxistina agirê Newrozê, îro berê xwe didin Akrê,Peytxta Newrozê.

Desteya Geştûguzarî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêşbînî dike, zêdetir ji 200 hezar geştyar ji bo beşdariya di ahengên Newrozê de, serdana navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê bikin. 

Îro 20ê Adarê jî, merasîmeke mezin a vêxistina agirê Newrozê li Akrê, Paytexta Newrozê tê lidarxistin.

Ji bo vêxistina agir, 3 hezar meşxele hatine amadekirin û 8 komên ciwanan dê bi meşxeleyên agir hilkişin ser çiya û pêşwazî li sersala kurdî bikin.

Ji aliyekî din ve, Rêveberiya Tendirustiyê ya Akrê ragihand, 5 tîmên bizîşkî yên cîgir li cihên geştiyariyê hatine bicihkirin û 5 tîmên gerok jî dê di nav geştiyaran de bin.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Akrê herwiha du nexweşxaneyên lezgîn ji bo her bûyerek nexwastî, bi tevahî xistine amadehiyê.

Ji ber kultura ciwan a Akrê di cejna Newrozê de, bi navê Peytexta Newrozê hatiye binavkirin, salane jî hejmareke mezin ya geştyarên navxweyî û biyanî ji bo beşdariya di merasîmên Newrozê de, serdana wî bajarî dikin.

Qeymeqamê Qezaya Akrê Dilewar Bozo diyar kir, wan amadekariyên ahenga Newrozê bi dawî kirine û 2 hezar ciwanên xwebexş dê şeva Newrozê bi hilgirtina meşaleyan biçin Çiyayê Kelê.

Qeymeqamê Qezaya Akrê bal kişand ser wê yekê, Alayeke Kurdistanê ya bi dirêjahiya 100 metre û pehniya 10 metroyan hatiye amadekirin.

Diyar kir jî, karê nûjenkirinê ya rêya ji Girê Akrê dadikeve ya ku di sala temam bûye bi dawî bûye, ku dê gelek rehetiyê ji mêvan û xelkê re peyda dike.

Qeymeqamê Akrê tekez kir, Newroza îsal ji salên borî cudatir dibe û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê bi xwe jî çavdêriya pêşkeftina kar dike.