Trump: Dibe ku em neçar bimînin derbeyeke kujer li Îranê bixin
Navenda Nûçeyan (K24) – Tevî ku bi navbeynkariya Qeterê hevdîtinên ji bo rawestandina şerê li dijî Îranê berdewam dikin jî, Serokê Amerîkayê Donald Trump careke din gefa êrîşê li Tehranê xwar.
Serokê Amerîkayê Donald Trump di çarçoveya çalakiyeke hilbijartinê de, da zanîn ku dibe ew neçar bimînin lêdaneke kujer li Îranê bidin, lê belê ti demeke diyarkirî ji bo pêkanîna wê êrîşê destnîşan nekir.
Trump li eyaleta Ayowayê di mîtîngeke bangeşeya hilbijartinê de û beriya destpêkirina hilbijartinên nîvdemî yên Kongreyê yên ku biryar e sibe sêşemê birêve biçin, ji beşdaran re got: "Sedema ku min heta niha dawî li Îranê neaniye ew e ku ez dixwazim nerm tevbigerim. Heke ji destê min bê, ez dixwazim wan hemû canan rizgar bikim, lê di qonaxekê de em ê neçar bimînin derbeyeke kujer li wan bixin."
Ev pevçûn di 28ê Sibatê de bi êrîşeke hevpar a Amerîka û Îsraîlê li ser Îranê dest pê kiribû û di berteka wê de Îranê jî bersiv dabû û çend welatên Kendavê kiribûn armanc.
Piştre di meha Nîsanê de rêkeftineke agirbestê hat îmzekirin û bi vî awayî dawî li nêzîkî 40 rojên bombebarana giran hat anîn. Her wiha di meha Hezîranê de jî bi mebesta dawîanîna yekcarî li şer û pevçûnan protokoleke din a lihevkirinê hat îmzekirin, lê belê ew hewldan jî bêencam ma û têk çû.