Çavdêr: Divê Tirkiye bi kurdên Sûriyeyê re pêwendiyên stratejîk deyne
Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê hêviyê ji hikûmeta xwe dikin, wekî bi Herêma Kurdistanê re, pêwendiyên stratejîk bi Kurdên Sûriyeyê re jî bike. Başbûna pêwendiyên Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê sûd û derfetên mezin li xwe digre û divê ev derfeta girîng ji dest neçe. Başbûna pêwendiyên Kurd û Tirkan dê bandoreke erenî li ser asayîşa navçeyê jî bike.
Kesayetên diyar ên Tirkiyeyê bang li hikûmeta Tirkiyeyê dikin ku, wekî pêwendiyên digel Herêma Kurdistanê, pêwendiyeke aşitiyane û dostane digel rojavayê Kurdistanê jî bike.
Zanayekî siyasetê bibîr dixe ku Tirkiyeyê piştî rûxana rejîma Baas nedixwest Kurdên li başûrê Kurdistanê bigihijin statûyeke federal û gefan dixwar. Lê paşê di berjewendiya xwe de dît ku bi Herêma Kurdistanê re bibe dost û pêwendiyên wan ên dîplomatîk û aborî her pêşvetir çû. Dewleta Tirkiyeyê dikare vê çîrokê bi Rojavayê Kurdistanê re jî dubare bike.
Serokê Komeleya Bıhêzkirina Demokrasiyê Îlyas Bûzgan ji K24ê re got: “Rêveberiya Amerîkayê dixwaze Kurdên Sûriyeyê bihêz bibin. Em vê daxwazê di piraniya daxuyaniyên berpirsên Amerîkayê de bi zelalî dibînin. Lewma li vir ya girîng ew e ku Tirkiye bi Kurdên Rojavayê Kurdistanê re wekî Herêma Kurdistanê pêwendiyên baş deyne. Tirkiye çawa ku pêwendiyên stratejîk bi Herêma Kurdistanê re ava kir, bi heman awayî dikare bi Kurdên Sûriyeyê re jî pêwendiyên stratejîk ava bike, dikare hevkarî bike û danûstandinan pêş bixe. Li gor min divê Tirkiye vê bike jî. Ji ber ku şer û tûndî çi encam bi xwe re nayne.”
Di 10ê Adarê de Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Abdî û Serokomarê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed Şara rêkeftinek li ser nêzikbûna pêwendiyên xwe kiribûn. Lêkolînerek di wê baweriyê de ye ku ev rêkeftin xizmeta başkirina pêwendiyên Tirkiyeyê û Rojavayê Kurdistanê jî dike.
Nivîskar û lêkolîner Atîlla Aytemûr dibêje: “Tirkiyeyê pêştir Herêma Kurdistanê wekî pirsgirêk dîdît û pêwendiyên wan aloz bû. Lê îro Herêma Kurdistanê hem ji aliyê asayîşa navçeyê, hem ji aliyê aborî û siyasî ve ew welat e ku Tirkiye gelek bi hêsanî pêwendiyên pir nêzik pê re datîne. Gelek mimkûn e ku Tirkiye wekî Herêma Kurdistanê pêwendiyên baş digel Rojavayê Kurdistanê deyne. Nabe em di nava aloziyên teng de bimînin. Divê em xwedî vîzyoneke fireh bin bo pêşxistina pêwendiyan. Rêkeftina herî dawî ya HSDyê û Rêveberiya Şamê jî rê ji başbûna pêwendiyên Kurdên Sûriyeyê û Tirkiyeyê re vedike.”
Tirkiye bi armanca ku PKK û HSD çekan deynin ev pênc meh in pêvajoya duyem a aşitiyê daye destpêkirin. Herî dawî Ocalanî banga çekdanînê li PKKyê kiribû û berpirsên Qendîlê jî pabendbûna xwe bo wê bangê ragihandibûn. Lê Mazlûm Abdî eşkere kiribû ku banga Ocalanî ne ji bo wan e.