Artêşa Iraqê û YBŞê li ser kêmkirina aloziyan lihev kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hêzên nû yên ku Iraqê şandibûn Şingalê, hatin vekişandin û bi YBŞ'ê re jî li ser kêmkirina alozîyan li hev kirin.
Fermandarê Hêza Êzidxanê Heyder Şeşo îro 22ê Adarê ji K24'ê re ragihand: “Alozîyên di navbera Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ser bi PKK'ê ve û Artêşa Iraqê de, bi armanca têkbirina rewşa herêmê bû.”
Heyder Şeşo dibêje: “Cîbicîkirina Peymana Şingalê di berjewendiya xelkê Şingalê de ye.” Teqez kir jî, divê xelkê Şingalê biryarê li ser pêşeroja xwe bide.
Alozî û tevlihevîyên van dawîyan ên Şingalê, bandor li ser koçberên vegeriyayî û bi giştî rewşa wê qezayê kirine. Tevî ku nêzî pênc sal di ser îmzekirina Peymana Asayîkirina Rewşa Şingalê re derbas bûne jî, lê heta niha peyman ji ber hebûna PKK'ê û komên çekdar, cîbicî nebûye.
Şeva 18'ê vê mehê, ji ber derketina şer û pevçûnan di navbera çekdarên Yekîneyên Berxwedana Şingalê (YBŞ) yên ser bi PKK'ê û Polîsê Federal de, pênc polîsên Iraqê û sê çekdarên YBŞ'ê birîndar bûn û pênc çekdarên wan jî hatin destgîrkirin.
Piştre ji bo kontrolkirina rewşê, hikûmeta Iraqê roja 21'ê mehê, hêzeke mezin bi tank û çekên din yên giran ve şand Şingalê.