HSD: DAIŞ hewl dide sûdê ji rewşa tevlihev a Sûriyeyê werbigire
Navenda Nûçeyan (K24) – HSDê di salvegera 6’an a têkbirina DAIŞ’ê de diyar kir, DAIŞ hewl dide sûdê ji tevliheviya li Sûriyeyê werbigire û xwe zindî bike. Herwiha HSD’ê ji bo rêgirtina li vegera DAIŞ’ê jî banga hevkariyê kir.
Fermandariya Giştî ya HSD’ê îro 23ê Adarê daxuyaniyek bi boneya salvegera 6’an a têkbirina DAIŞê de belav kir û tê de ragihand, “Îro 6 sal di ser serkeftina dîrok û ceografî re derbas dibin, ku hêzên me bi piştevaniya hêzên Hevpeymaniya Navdewletî, serkeftin li bajarê Baxozê (baregeha dawî a DAIŞê li Sûriyeyê) bidest xist.
Di di daxuyaniyê de hat gotin, “Di demekê de ku artêşên dewletên mezin li hemberî rêxistina terorîst bê çar mabûn, hêzên me DAIŞ a ku fesadî, tarîtî û xirabî çêkiribûn, têk bir, ewlehî li herêman vegerand û cîhan ji şer û terora wê dûr xist. Ev serkeftin qonaxeke girîng di şerê domdar ê li dijî vê rêxistinê de bû.”
Herwiha HSDê got: “Lê bermahiyên rêxistina terorîst a ku gefên domdar li ser ewlehiya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêdikin, hîna hene. Ji bo rêgirtina li ber vegera DAIŞ’ê kedên zêdetir, hevkariya îstîxbaratî, ewlehî, herêmî û navdewletî pêwîst in.”
Fermandariya Giştî ya HSDê da zanîn: “Çalakiyên hêzên me yên li dijî şaneyên DAIŞ’ê berdewam in. Hêzên me di salên dawîn de operasyonên ewlehî û leşkerî li dar xistin. Di encamê de bi sedan şaneyên DAIŞ’ê ji hev birin, gelek endam û fermandarên sereke yên DAIŞ’ê girtin ku hin ji wan di êrişên li ser girtîgeha Sînaayê de cih girtibûn.”
Da zanîn jî: “Rêxistina terorîst sûdê ji rewşa tevlihev û ji êrişên Tirkiyeyê û çeteyên wê yên li ser herêmê digire û hewl dide xwe zindî bike. DAIŞ ku piştî rûxandina rejîma Sûriyeyê, gelek cek bidest xistin, êriş û çalakiyên xwe yên terorîst zêdetir kirine. DAIŞ’ê her tim li hawirdorên tevlihev û vala û nearamî çalak in.”
Fermandariya Giştî ya HSDê dibêje: “Li aliyekî din çarenûsa bi hezaran DAIŞ’iyên girtî û malbatên wan ku piraniya wan ji welatên biyanî ne, pirsgirêk e. Pêdiviya vê pirsgirêkê jî bi çareserî, tevkariya navdewletî, avakirina dadgeheke navdewletî heye.”
Got jî: “Ji bo rêgirtina li pêşiya belavbûna fikrên tundraw ên DAIŞ’ê pêdivî bi danîna stratejiyên demdirêj heye. Ji bo qurbaniyên sûcên rêxistina DAIŞ a terorîst jî divê edalet pêk were.”