Peyama sersaxiyê ya Serok Barzanî bo koça dawiyê ya Babê Newzad

Serok Barzanî
Serok Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî ji bo koça dawiyê ya kesatiyê welatperwer ê Rojavayê Kurdistanê Ebdirehman Ismet Wailî ku wekî Babê Newzad tê naskirin di peyamekê de dibêje, “Xudêjêrazî jiyê xwe ji bo xebatê pêxemetî doza rewa ya gelê Kurdistanê terxan kir.”

Serok Barzanî îro (Sêşem, 25.03.2025) ji ber koça dawiyê ya kesatiyê welatperwer ê Rojavayê Kurdistanê Ebdirehman Ismet Wailî ku wekî Babê Newzad tê naskirin peyameke sersaxiyê parve kir.

Ev jî tekista peyama Serok Barzanî ye:

Bi navê Xwedayê Mezin û Dilovan

Bi xemeke mezin nûçeya koça dawî ya xebatkar û têkoşerê Kurd (Ebdulrehîm Îsmet Wanlî ku bi navê Babê Newzad hatiye nas kirin) gihîşt min. Xwedê jêrazî (Ebdulrehîm Îsmet Wanlî) kesayetiyê niştiman perwerê Rojava yê Kurdistanê temenê xwe ji bo xebata bi navê doza rewa ya gelê Kurdistanê li Sûriye û li rêzên Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriyê de terxan kir û li wê rêyê da tûşî zîndan û derbederî û koçberiyê bû.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbat û kesukarên xwedê jêrazî (Ebdulrehîm Îsmet Wanlî) û heval û hevsengerên wî yên li Partiya Demokrata Kurdistanê – Sûriye dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim ruhê xwedê jêrazî bi behişta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

 

Mesûd Barzanî

25 ê Adara 2025

 
 
Fly Erbil Advertisment