Herêma Kurdistanê û Îran 55 girtiyan bi hev diguhêrin

Navenda Nûçeyan (K24) – Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê, her aliyek 55 girtiyan bi hev diguhêrin.
Rêveberê Giştî yê Çaksaziya Herêma Kurdistanê Îhsan Baban îro 26ê Adarê ji K24ê re ragihand, bi fermana Serokwezîr Mesrûr Barzanî, îro 55 girtiyên îranî yên li Herêma Kurdistana Iraqê ne, bo Îranê tên şandin.
Baban diyar kir, 31 girtî ji girtîgeha Silêmaniyê û 24 girtî ji girtîgeha Hewlêrê, dê radestî Komara Îslamî ya Îranê bên kirin.
Da zanîn jî, li hember de jî 55 welatiyên Herêma Kurdistanê yên ku li Îranê ceza li wan hatine birîn, dê radestî Herêma Kurdistanê bên kirin.