Geşyarekî biyanî û kîlo û nîvek madeyên hişbir hatin desteserkirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Rêveberiya Deriyên Sînorî ragihand, li deriyê Şelemçeyê yê bi Îranê re kesek ligel kîlo û nîvek madeyên hişber krîstal hatin desteserkirin.
Rêveberiya Deriyê Sînorî îro 29ê Adarê di daxuyaniyekê de ragihand: “Rêveberiya Deriyê Sînor ê Şelemçeyê geştyarekî biyanî girt û dest danî ser 1450 gram madeyên hişbir ên ji cureya krîstal.”
Diyar kir, “Wî geştyarî bi du awayan madeyên hişbir veşartibû, hinekan di boriyeke hesinî de ku her du serên wê girtî ne, yên din jî di nav pariyek tostê de. Wî dixwest bi qaçaxî derbasî Iraqê bike, lê ev hewldana wî hat pûçkirin û ew hat girtin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Tawanbar û madeyên hişbir ji bo Rêveberiya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir hatin veguhastin, ji bo karên yasayî li hember wan bên girtin.”