Iraq bi mercên taybet rê dide Sûriyan derbasî xaka wê bibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Balyozxaneya Iraqê li Şamê bi awayekî fermî biryara hikûmeta Iraqê ya qedexekirina derbasbûna Sûriyan bo axa xwe ragihand, ji bilî kesên ku têkiliyên malbatî bi Iraqiyan re hene.

Biryar bi erêkirina Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî hat, ligel ferzkirina tedbîrên ewlehiyê yên tund ji bo lêkolînkirina rewşên kesên ku destûr ji wan re heye derbas bibin.

Balyozxaneyê di rûpela xwe ya fermî ya li ser “Facebook” de diyar kir, kesên ku ji vê biryarê sûd werdigirin ev in:

1- Sûriyeyiya ku bi Iraqiyekî zewicî ye û dixwaze wê bi xwe re bibe Iraqê.

2- Iraqiyê ku yek ji dê û bavên wî/wê xwediyê nasnameya Sûriyêey ye û dixwaze wî/wê bi xwe re bibe Iraqê.

3- Sûriyeyiyê ku bi Iraqiyekê re zewicî ye û dixwaze bi hevjîna xwe re biçe Iraqê.

4- Sûriyeyiya ku bi Iraqiyekî re zewicî ye û zarokên wê yên biçûk ji mêrê wê yê berê hene ku pasaportên wan ên Sûriyeyê hene û ew li ser wan wesî ye.

Balyozxaneya Iraqê li Sûriyeyê diyar kir ku “kesên ku ji vê daxuyaniyê sûd werdigirin, divê serî li beşa konsolxaneyê ya balyozxaneyê bidin, digel xwe belgeya zewacê û belgeyên din ên piştrastker bînin.”

Balyozxaneya Iraqê li Sûriyeyê di 15'ê Adara îsal de ragihandibû, ewê hin karên sînordar ji çalakiyên xwe li Şamê ji nû ve dest pê bike, piştî ku bi hilweşîna rejîma Esed di 8'ê Berçileya borî de bi awayekî temam rawestiyabû.

Wê demê, hikûmeta Iraqê ragihandibû ku ewê avahiya balyozxaneyê li Şamê vala bike, karmendên wê yên dîplomasî veguhezîne Beyrûtê, Paytexta Libnanê.