Omer Ocalan: Abdullah Ocalan bi xwedîderketina li banga wî dilxweş e

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) Omer Ocalan peyama Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ê ragihand û got, Apê wî Ocalan di girtîgehê de dilxweş e ku gelê Kurd bersiv daye banga wî ji bo serxistina pêvajoya aştiyê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê.
Biraziyê Abdullah Ocalan, Omer Ocalan û malbata wî duh Duşemê li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin bi Abdullah Ocalan pêk bînin. Omer Ocalan Piştî vegera ji serdanê li hejmara xwe tora civakî “X” belav kir: “Weke malbatên birêz Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Veysî Aktaş û Omer Hayrî Konar, bi wesîleya Cejna Remezanê me di 31'ê Adarê de hevdîtin kir.”
Omer Ocalan nivîsî: “Di serdemeke ku li Tirkiye, Rojhilata Navîn û cîhanê geşedanên girîng diqewimin de, peyama birêz Abdullah Ocalan bi raya giştî re parve dikim: 'Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim.”
Rêberê PKKê Abdullah Ocalan roja 27ê Sibatê bi rêya Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê re bangek li PKKê kiribû û jê daxwaz kiribû çekê xwe deyne û xwe hilweşîne.
Piştî vê banga Ocalan, Komîteya Rêveber a PKK’ê îro 1ê Adarê ragihand, li ser Banga Abdullah Ocalan, ew ji îro pê ve agirbestê radigihînin. Derbarê daxwaza Ocalan a hilweşandina partiyê jî, PKKê got: “Divê Ocalan bi xwe li kongreya hilweşandinê birêve bibe.”