Îraq: Armanca êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyeyê berfirehkirina dijminkariyên wê ye
Navenda Nûçeyan (K24) - Wezareta Derve ya Îraqê êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyeyê şermezar dike û piştevaniya xwe ji bo gelê Sûriyeyê tekez dike.
Wezareta Derve ya Îraqê îro (Pêncşem, 03ê Nîsana 2025ê) di ragehandinekê de êrîşên Israîlê yên li ser Sûriyeyê û derbazbûna wê ya serbazî ji bo nav axa wî welatî şermezar kirin.
Wezareta Derve ya Îraqê herwesa ragehand, “Armanc ji wan êrîşan berfirehkirina dijminkariyên Israîlê û binpêkirina qanûnên navdewletî ye.”
Wezareta navbirî herwesa piştevaniya xwe ji bo gelê Sûriyeyê tekez kir û daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku, berpirsyarîtiyê rake û binpêkirinên Israîlê rawestîne.
Ajansa SANAyê ya nûçeyan a fermî ya Sûriyeyê duhî (Çarşem, 02ê Nîsana 2025ê) parve kiribû, “Balafirên şerî yên Israîlê çend cih bombebaran kirine, yek ji wan cihan jî navendeke lêkolînên zanistî li taxa Mesakin Berezeyê ya Şamê ye.”
Li dû ajansên nûçeyan, balafiran tenê Şam bombebaran nekiriye belkî Balafirxaneya Serbazî ya Hemayê û derdora Balafirxaneya T4ê ya Serbazî li Himisê jî bombebaran kirine.