Bêgerd Talebanî: Bendavên Kurdistanê ji sedî 30 ji ava Iraqê pêk tînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê got: Bendavên Herêma Kurdistanê %30 ji ava Iraqê pêk tînin. Herwaha got, rêjeya ava ku li Herêma Kurdistanê tê girtin, gihiştiye 160 milyon metre sêcar. Tê plankirin ku hewz û bendavên zêdetir bên çêkirin.
Wezîra Çandiniyê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî îro 8ê Nîsanê li Konferansa Guherîna Keşûhewayê ya li Zanîngeha Selahedînê di gotarekê de ragihand, Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo rûbirûbûna guherîna keşûhewayê gavên baş avêtine. Bi taybetî di çêkirina heşt bendavên stratejî û çend hewzên din de, ku dê gelek avê werbigirin ku Iraq jî jê sûd werdigire, ji ber ku ji % 30 ji ava Iraqê pêk tîne.
Bêgerd Talebanî got jî: “Di kabîneyên berê de, şiyana wergirtina avê tenê 50 milyon metre sêca bû, lê di pênc salên borî de, zêdetirî 160 milyon metre sêca av hatiye komkirin.”
Diyar kir jî, “Li Herêma Kurdistanê 25 bendav hene, 12 bendav kar tê de tên kirin û 42 bendav jî hatine pêşniyarkirin.”
Wezîra Çandiniyê da zanîn jî: “103 hewz hene, 56 hewz di qonaxa dirustkirinê de ne û 46 hewzên din jî hatine pêşniyarkirin.”
Got jî, wan pêşniyar kiriye ku 4 bendavên din ên stratejîk li Iraq û Herêma Kurdistanê bên çêkirin. Ji bo yekê jî wan peywendî bi Serokomar û Serokwezîrê Iraqê re kirine, lê ti bersiv nedane û ti pere jî nehatiye diyarkirin.
Bêgerd Talebanî da zanîn jî, Herêma Kurdistanê çend zevî ji bo çandina darên zeytûnan lêkolîn kirine û ev yek jî dê sûdeke mezin a darayî bo Herêmê bike.