Îlham Ehmed: Pêvajoya aştiyê bandoreke erênî li Sûriyeyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed diyar kir, pêvajoya aştiyê dê bandoreke erênî li Sûriyeyê bike.
Îlham Ehmed di hevpeyvînekê bi ajansa “Mezopotamya” re derbarê xala agirbesta di navbera HSD û Tirkiyê de got: “Em dixwazin têkiliyên xwe bi welatên cîran re baş bikin û baş bin, yek ji wan dewletan ku em naxwazin di navbera me de şer dernekeve, Tirkiye ye. Em dixwazin têkiliyên xwe di gelek waran de pêş bixin û ji bo ewlekariya Sûriyeyê em bi Tirkiyeyê re li hev bikin.”
derbarê pêvajoya nû ya aştiyê ya li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de diyar kir, banga Ocalan gelekî girîng e, lê mixabin sarbûnek ji aliyê dewleta Tirkiyeyê ve heye.
Berpirsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser got jî: “Em hêvî dikin ku Tirkiye bi awayekî erênî nêzî mijarê bibe.” Herwiha diyar kir, “Hikûmeta Tirkiyeyê ji bo pêşxistina pêvajoyê berpirsyar e.”
Îlham Ehmed amaje bi wê jî kir, “Beşdarbûna hemû aliyan di destpêşxeriyê de pir girîng e û proseya aştiyê dê bandoreke erênî li Sûriyeyê û welatên navçeyê bike.”