Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Erdogan re: Hêviya me niha mezintir e

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtina bi Erdogan re ragihand: “Hevdîtineke gelek erênî bû. Hêviya me niha mezintir e.” 

Endamên Şandeya Îmraliyê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan û Sirri Sureyya Onder duh 10ê Nîsanê bi Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan re hevdîtin kirin. 

Endamê Şandeya Îmraliyê Sirri Sureyya Onder piştî hevdîtinê daxuyaniyeke kin da û got: “Hevdîtineke pir erênî bû. Hêviya me niha mezintir e. Di vê mijarê de cihê birêz Serokkomar lê disekine gelek girîng e. Em dixwazin aştiyê pêk bînin.” 

Endama Şandeya Îmraliyê Pervîn Buldan jî got: “Hevdîtineke gelek baş bû. Pêvajo baş pêş dikeve.” 

 
Fly Erbil Advertisment