Serok Barzanî û Sûdanî: Divê em bi hevahengiya navbera aliyên Îraqî kirîzan nehêlin

Serok Barzanî û Sûdanî (Wêne: Baregayê Barzanî)
Serok Barzanî û Sûdanî (Wêne: Baregayê Barzanî)

Navenda Nûçeyan (K24) - Serok Barzanî pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê kir û pê re danûstandin li ser hin mijarên giring kirin.

Serok Mesûd Barzanî berî nîvroya îro (Şemî, 12.04.2025) li Pîrmamê pêşwaziya Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir û pê re civiya.

Baregayê Barzanî di ragehandinekê de amaje da, “Di wê hevdîtinê de danûstandin li ser rewşa siyasî û dawî guhertin û pêşhatên li ser astê herêmê û deverê hatin kirin.”

Wê ragehandinê herwesa gotiye, “Serok Barzanî û Sûdanî tekez li ser hevahengiya navbera aliyên Îraqî ji bo nehêlana kirîz û qebxwazî û çareseriyên arêşeyan kir.”

Peywendiyên navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê ya Federalî jî mijarên tewerekî din ê wê hevdîtinê bûn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Şemî, 12.04.2025) gehişt Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê û ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve pêşwaziya wî hat kirin.

Ji hingê ve ku Sûdanî bûye Serokwezîrê Îraqê, ev serdana pêncê ya Herêma Kurdistanê ye, cara dawiyê jî li roja 13.11.2024ê bû. Sûdanî wê demê bi Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiyabû.