Sûdanî: Me bi Serok Barzanî re alîkariyên navbera Îraq û Herêma Kurdistanê gengeşe kirin

Serok Barzanî û Sûdanî
Serok Barzanî û Sûdanî

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Îraqê amajeyê dide ku, di serdanekê de ji bo aliyê Serok Barzanî danûstandin li ser çend pirs û mijarên niştîmanî kirine. Herwesa dibêje ku, tekez li ser alîkariyên navbera Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî kirine.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî îro (Şemî, 12.04.2025) di ragehandinekê de got ku, serdana Serok Barzanî li Hewlêrê kiriye û di hevdîtinekê de pê re danûstandin li ser tevaya rewş û dozên niştîmanî di çarçoveya tekeziya hikûmetê de li ser bingeha hevpariya niştîmanî û peywendiyên bi hêzên siyasî re kirine.

Sûdanî amaje jî da ku, herwesa danûstandin li ser mîkanîzmên bihêzkirina şiyanên Îraqê di rûbirûbûna qebxwaziyên navxwe û derve de, alîkariyên Hikûmeta Îraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hemî mijarên girêdayî mafên niştîmanî kirine.

Serokwezîrê Îraqê herwesa got ku, piştevaniya xwe ji bo danûstandinên navbera hêzên siyasî yên Herêma Kurdistanê ji bo lezkirina di pêkanîna Hikûmeta Herêma Kurdistanê de diyar kir.

Sûdanî eşkere jî kir ku, Serok Barzanî amaje daye siyaseta hikûmeta wî li beranberî pêşhatên deverê û cidîbûna li ser parastina peywendiyên Îraqê bi şêwr û peywendiya berdewam li gel hêzên siyasî.