Hêzên ser bi Şamê ve li herdu taxên kurdan ên Helebê belav bûn

Navenda Nûçeyan (K24) – Xaleke din a rêkeftina li ser herdu taxên kurdan li Helebê tê bicihanîn û hêzên asayîşê ligel hêzên Ewlekariya Giştî ya ser bi Şamê ve, li herdu taxan belav bûn.

HSD û birêveberiya nû ya Sûriyeyê roja 1ê Nîsanê li ser taxên Kurdî yên Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) rêkeftinek îmze kiribûn û li gorî wê rêkeftinê, hêzên HSD û YPGê ji wan hardu tawan vekişiyan, lê hêzên asayişê man.

Xala 5em a rêkeftina li ser herdu taxên Kurdan li Helebê (Şêx Meqsûd û Eşrefiyê) îro 13ê Nîsanê hat bicihkirin. Hêzên asayîşê (yên ser bi HSDê ve) ligel hêzên Ewlekariya Giştî li herdu taxan belav bûn û berbestên axê di navbera wan taxan de hatin rakirin .

Her li gor xala 5em a rêkeftinê, dê tenê xalên pişkinînê yên sereke li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bimînin, Herweha hêzên asayîşê û Hêzên Ewlekariya Giştî ya ser bi Şamê ve li wan herdu taxan belav dibin û xalên hevbeş datînin.

Pêştir Fermandariya Giştî ya YPG’ê derbarê vekişîna hêzên xwe ji taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê de ragihandibû, hêzên Asayîşê dê bi berpirsiyariya pêkanîna ewlehiya her du taxan rabin.

Her di vê çarçoveyê de jî, roja 3ê Nîsanê proseya paqijkirina zindanan ji girtiyan di navbera Rêveberiya Ewlekariya Giştî ya Helebê û HSDê de hat kirin û 100 çekdarên Sûrî ji aliyê HSDê ve û 150 şervanên HSD jî ji aliyê hikûmeta Sûriyeyê ve hatin azadkirin.

 

 
 
Fly Erbil Advertisment