Hikûmeta Kurdistanê: Bi boneya Sersala Êzidyan sibe betlaneya fermî ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, bi boneya Sersala Êzidyan, sibe 16ê Nîsana 2025an, li hemû saziyên Herêma Kurdistanê betlaneya fermî ye.

Li gorî salnameya fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, tenê roja Çarşemê dê bibe betlaneya fermî û roja Pêncşemê 17ê Nîsana 2025an jî karê fermî dê dest pê bike.

Çarşema Sersala Êzîdiyan her sal ji aliyê Kurdên Êzîdî ve tê pîrozkirin. Kurdên Êzîdî vê rojê wekî destpêka salnameya xwe ya olî dibînin.

Her sal, bi hezaran welatiyên Êzidî bi cilên gelêrî li perestgeha Laleşê dicivin û Sersalê û Çarşema Sor pîroz bikin. Danê êvarê jî, çirayên xwe bi duayan vêdixin û Laleşê ronî dikin.

Ji bilî welatiyên Êzîdî yên Herêma Kurdistanê, hejmareke mezin ji Êzîdiyan li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, Ewropa û welatên din ji bo beşdarbûna di vê cejnê de serdana Herêma Kurdistanê û perestgeha Laleşê dikin.

 
 
Fly Erbil Advertisment