Serok Barzanî pîrozbahiya Kurdên Êzidî dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan, Serok Barzanî peyameke pîrozkirinê arasteyî wan dike.
Serok Mesûd Barzanî îro (Sêşem, 15.04.2025) bi helkefta hatina cejna serê sala Êzidiyan peyameke pîrozkirinê arasteyî hemî Êzidiyên cîhanê kir û daxwaza xweşî û tenahiyê jê re kir.
Ev jî peyama Serok Barzanî ye:
Bi navê Xudêyê Mezin û Dilovan
Bi helkefta hatina cejna serê sala Êzîdiyan, ez pîrozbahiyeka germ li hemî xûşk û birayên Êzîdî li Kurdistanê û cîhanê dikim û hîviya xweşî û aramiyê ji bo wan dikim.
Her bi vê helkeftê, ez hîvîxwaz im dûmahî bi jan û awareyî û wan nehametiyan bê yên ku ji aliyê tîrorist û nehezên gelê me ve bi ser wan da hatine sepandin û xûşk û birayên Êzidî bi serbestî û azadî vegerin ser cih û warên xwe. Ji bo vê çendê jî, pêdivî ye hemî alî hevkar bin ku Kurdên Êzidî bi xwe biryarê li ser çarenivîs û paşeroja xwe bidin û maf û keltûr û nerîtên wan bên parastin û birînên wan bên sarêjkirin.
Ez hîvîdar im hemî cejn û helkeftên we bi şadî û aramî derbaz bibin û bi hîviya saleka pirr xêr û bereket û bimînin di xêr û xweşiyan da.
Mesûd Barzanî
15ê Nîsana 2025ê