Nêçîrvan Barzanî: Divê Perlemana Kurdistanê di qebxwaziyên niha yên deverê de çalak be
Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya Gera Nehê ya Dîdara Silêmaniyê de tekez dike, “Şerên deverê û hevrikiya aborî ya zilhêzan dê bandor li ser devera me jî hebe.” Di derheqa piroseya nû ya aştiyê de jî dibêje, “Derfetek e ji bo bihêzkirina seqamgiriyê li vê deverê.”
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Çarşem, 16.04.2025) di gotarekê de li nav Gera Nehê ya Dîdara Silêmaniyê ragehand, “Ev korbend di demekê de ye ku hejmareke guhertinên mezin ên ciyopoletîkî yên cîhanî vegirtine ku xwezaya peywendiyên navdewletî diguhere û mimkin e guhertinan di hin hevsengiyên herêmî û cîhanî jî de çê bike. Şer û hevrikiyên li cihên wekî Ukrayna û Xezzeyê û berfirehbûna hevrikiya aborî ya zilhêzan hemiyan dê bandor li ser devera me jî hebe.”
Nêçîrvan Barzanî li ser piroseya nû ya aştiyê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê jî got, “Ya ku di vê demê de li Tirkiyeyê ji bo aştiyê hatiye pêş pirose û derfeteke dîrokî ye. em bi hemî awayan pêşwaziya wê dikin û piştevaniya xwe ji bo biserxistina wê tekez dikin. Ev derfetek e ji bo bihêzkirina seqamgiriyê li vê deverê û vekirina rûpeleke nû ya alîkariya avaker ku dê feyde ji bo hemî deverê hebe. Aştî hêz e û aştîxwazî rêbaza kesên xwedî bawer û bihêz e. Di aştiyê de çi kes û alî naşkên û em hemî bi ser dikevin û welatên deverê jî pêş dikevin. Hêza aştiyê ji hêza hemî şeran mezintir e, Kurd û gelê Kurdistanê bi giştî aştîxwaz e. Herdem û li her derekê çirîskeke aştiyê hebe, gelê Kurdistanê herdem bi hêvî ve ber bi wê ve çûye. Divê hemî kes û rêzkistinên siyasî yên Kurdistanê bawerî bi wê rêbazê û xwesteke gelê Kurdistanê hebe.”
Navbirî amaje jî da, “Cihê dilxweşiyê ye ku hemî partî û aliyên Kurdistanî li ser daxwaza aştiyane ya çarekirina doza Kurdan li Sûriyeyê yek in. Ji bo vê meremê jî, pêngavên baş ji bo yekkirina daxwaziyan hatine avêtin. Em hêvîdar in ku bi Hikûmeta Sûriyeyê re bikarin Sûriyeyeke demokrat û dabînkera mafên hemî netewe û pêkhateyan damezrînin, ku bibe çavkaniya seqamgiriyê ji bo deverê. Diê Hikûmeta Sûriyeyê rengvedana hemî pêkhateyên wî welatî be bê cudahî û hevpariya mafên hemiyan li Sûriyeyê parastî bin.”
Serokê Herêma Kurdistanê di derheqa peywendiyên Hewlêr û Bexdayê de jî got, “Li ser peywendiyên me yên li gel Hikûmeta Federalî li Bexdayê, em pabendiya binecihiya xwe bi destûrê Îraqê tekez dikin, wekî çarçoveyekê ku vê peywendiyê rêk dixe. Em wesa difikirin ku destûr bi pirinsîpên federalî û berfireh û hevpar gerentiya rasteqîne ye ji bo mafên hemî pêkhateyên Îraqê bê cudahî. Spas û rêz ji bo bizavên Serokwezîrê Îraqê Rêzdar Mihemed Şiya Sûdanî, dema borî pêşkeftinên berçav di çarekirina pirsên navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin dîtin.”
Nêçîrvan Barzanî tekez li ser “bi lez bicihanîna qanûna vegêrana milkdarî û çalaktirkirina lijneya bicihanînê ya madeya 140ê ya destûrê Îraqê” kir û got, “Em bi Hikûmeta Federalî re li ser danûstandinên avaker berdewam dibin, ji bo gehiştina çareseriya herdemî ji bo hemî arêşeyan bi awayekî ku xizmeta berjewendiyên Îraqê bi hemî pêkhateyên wê ve bike û mafên destûrî yên hemiyan peyda û misoger bike.”
Navbirî li ser pêkanîna kabneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û civîna perlemanê got, “Di rewş û qebxwaziyên niha yên deverê de, divê Perlemana Kurdistanê çalak be. Ji bo wê yekê jî, erkê herî li pêş ê PDK û YNK û aliyên biserkeftî yên hilbijartinên Perlemana Kurdistanê ye ku lezê bikin û bi zûtirîn dem kabîneya nû ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêk bînin. Hikûmetek ku bersivdera çaverêbûna welatiyan be û bikare wekî pêdivî serederiyê bi pêşhat û webxwaziyan re bike.”